Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn
Rêveberiya Tevgerê: Me di her firsendê de anî zima ku divê Rêber Apo azad bibe. Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê û pêvajoyê bi xwe bi rê ve nebe, biryarên hatin wergirtin û pêwîstiyên qanûna bê derxistin nikare bi cih bêne anîn.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:
“Nîqaşên li ser qanûna kokê ku paşeroja gelên Tirkiyeyê eleqedar dike bi şêweyên cuda dewam dike û li nava raya giştî jî belav dibe. Dema ku mirov bala xwe didin ser nîqaşan û agahiyên ji çavkaniyên vekirî belav dibin, di mijara nêzîkatiya cidî ya li ser vê qanûnê de dikevin nava fikaran.
Rêber Apo di hevdîtina 20’ê tîrmehê de destnîşan kiribû ku qanûna bê derxistin divê sivik, teng nebe, divê ne bi wî şêweyî be ku xizmetê ji siberojê re neke û li gorî hesasiyetên herdu aliyan bê amadekirin. Ji ber ku tê hêvîkirin ku ev qanûn ji bo bidawîkirina qutbûna sed salî ya navbera gelê Kurd û dewleta Tirk bibe gaveke girîng. Lewma girîng e qanûn xwedî wê taybetmendiyê be ku aştiyê ji xwe re bike armanc.
Weke ku li her devera cîhanê bû, aştî beriya her tiştî ji ziman destpê dike. Ji bo rêxistineke ku xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye bikaranîna têgehên ‘teror’, ‘rêxistina terorê’ ji destpêkê ve vê pêvajoya li ser siberoja gelên me dixe nava pirsgirêkan. Hîn ji destpêkê ve hesasiyet li ber çavan nayê girtin. Bi kurtasî ji bo pêvajo bi pêş ve biçe gelekî girîng e ku ziman, pênase û naverok li gorî armanca wê be.
Bêguman dema ku mijar çareserkirina şer be, gavên alî biavêjin divê maqûl û bicihanînê de bin. Rêber Apo û Tevgera me di vê mijarê de baldar e. Eger pêvajo wê ne mijûlkirin lê çareserî be, hingî nêzîkatî jî divê bi vî rengî be.
Weke Tevgera Azadiyê me destnîşan kir ku ji bo pêwîstiyên banga aştî û civaka demokratîk bi cih bê anîn divê Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe. Me di her firsendê de anîn ziman ku ji bo vê jî divê statuya Rêber Apo diyar be û azadiya wî pêk were. Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê û vê pêvajoyê bi xwe bi rê ve nebe, nepêkan e ku biryarên hatine wergirtin û pêwîstiyên qanûna bê derxistin bi cih bêne anîn.
Di mijara statuya Rêber Apo de Devlet Bahçelî gotibû, divê bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê. Di nîqaşên li Îmraliyê de jî hatibû qebûlkirin ku Rêber Apo bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê, di bicihanîna qanûna bê derxistin de rola Rêber Apo hatibû diyarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên vekirî hatin belavkirin, eger statuya Rêber Apo di qanûnê de li ber çavan neyê girtin, hîn ji destpêkê ve wê li pêşiya pratîkbûnê bibe asteng. Ji ber vê yekê girîng e ku statuya Rêber Apo zelal bibe ku muxatab û muzakerevanê sereke ye.
Li aliyê din, li gorî ruhê vê pêvajoyê nîne ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê di asta bêçekbûnê de bê nîşandan. Bilêvkirina qanûna kok an jî qanûna çarçoveyê tê wê wateyê ku piştî vê qanûnê wê qanûnên din bêne derxistin û gav bêne avêtin. Ji ber vê yekê eger bê destnîşankirin ku qanûna bê derxistin wê qanûna kokê be, pêvajo wê piştre bi qanûnên demokratîkbûnê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêvajo bê pêşvebiirin, wê dilê gelên Tirkiyeyê rehet bibe û baweriya bi pêvajoyê zêde bike.
Weke ku me beriya niha gelek caran destnîşan kir, em ê nêzîkatiya xwe ya esasî piştî dîtina qanûnê diyar bikin. Bêguman eger qanûn erênî be em ê bêhtir teşwîq bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

