Makale
Trending

SEROK OCALAN

Rêber Ocalan hewl dide bendewariyên Tevger û gelê xwe, daxwazên civaka Tirkiyeyê, fikarên dewletê û pêdiviyên pêşerojê di heman mejiyî de bîne ziman û ji bo pirsgirêkên heyî bibe çareserî. Rêber Ocalan dibêje, “Rêbaza ku dawî li vê rewşê bîne ew, ku muhatabên pêşî li muzekerayan vekin ên xwediyê îrade û înisiyatîf werin derxistin pêşberî min. Divê bi misogerî ev qanûn xwediyê wê cewher û fonksiyonê be ku dawî li vê rewşê bîne.” Muzekere û siyaset, hema bêje ji rewşa ku pêvajoyeke piralî ya aktorên muhatabên hev in derketiye, veguheriye leyistokek kişikê ku hemû giranî û barê wê tenê li ser milê yek aktorî ye.

Çîroka dûr û dirêj a bi navê ‘kişik’ a Stefan Zweig, ne tenê çîrokek yek kesî ya kişikê ye. Lê di heman demê de nivîseke xurt a siyasî û felsefî ku nîşan dide mirovek di binê tecritê de bi derfetên teng û nebes çawa li ber xwe dide; bêyî muhatab mayin fikra mirov çawa digihîne asteke bilind, lê piştî demekê leyistoka li dijî wî, çawa vediguhera asteke sawnak (bi tirsuuxof).

Di vê pirtûkê de Dr. B., dema ku ew xistine binê tecrîdê de bi wê pirtûka kişikê, despêkê hebûna xwe diparêze. Paşê di mejiyê xwe de lîstokê dike du beş, hem leyistokê ava dike û hem jî dibe reqîp. Neçar dibe ku li ser navê ‘aliyê’ din ê ku wekî aliyê dijber pênase dike jî hemle bike. Her ku leyistoka bi yek kesî bi pêş ket, leyistok dest pê dike tirs û xofê bixe dilê avakerê xwe.

Ji ber vê yekê ye ku di hevdîtina dawî ya bi heyetê re de gotinên Rêber Abdullah Ocalan hema ji ber xwe nehatine gotin; “Rewşa heyî wekî kişika yek kesî lê tê. Ji ber ku piştî demekê muhatabên heyî berpirsiyariyê nagirin li ser milê xwe, gava ku diyalog û muzekere wekî leyistokek ku xwe bi xwe re dileyizî û li dijî xwe dileyizî lê tê dikeve warê rewşeke xeternak(sawnak, bi tirs û xof)”. Ev tehlîl metaforeke wisa bi hêz e ku nîşan dide, di mercên tecrîdeke salên dûr û dirêj de ku fikra siyasî û pratîka muzekereyan bi kîjan zehmetî û paradoksan re rû bi rû maye.

Muzekereyên siyasî ji ber xwezaya xwe, xwe dispêrin hunera diyalogê. Li ser zemînek ku aktorên cur bi cur hevdu fêm dikin û bersivê didin hemleyên hevdu ava dibe. Nêzîkbûn û fikren cuda cuda, di xwezaya muzekereyê de heye. Tiştên jêre ‘aştiya muzekereyan’ yan jî ‘lihevkirin’ têne gotin jî mutebeqetên ku di encama şerekî pir mezin ê ferq û cudahiyan de derketinine holê ne.

Dema ku riyên têkiliya bi hev re dixetimin jî, muzekere cihê xwe ji xwendina niyetan û pêşdarêzan re dihêle. Kirdeya (subje) siyasî ku nikare rasterast bizane aliyê dijber çi difikire, dest pê dike bi demê re di mejiyê xwe de wî tiştî li gorî xwe bifikire. Gava ku em li dîmena roja me ya îro dinêrin di kanalên telewziyonan de, di rojnameyan de û li ser kursiyên siyasî pirî caran bi vî şiklî nêzîkatiyek li Rêber Ocalan tê kirin. Retorîk û zimanê resmî yê 50 salî pêşî lê digire ku ew ji çavkaniya wî were xwendin û paradigmaya wî bi şiklekî rast were fêmkirin. Ev nêzîkatî, ne ji ber xwe çêbûye; em rûbirûyê zêhniyetek ku bi zanebûn hatiye afirandin a çeloxwarî ne.

Em ê vegerin li metafora ‘kişika yek-kesî’. Rêber Ocalan hewl dide bendewariyên Tevger û gelê xwe, daxwazên civaka Tirkiyeyê, fikarên dewletê û pêdiviyên pêşerojê di heman mejiyî de bîne ziman û ji bo pirsgirêkên heyî bibe çareserî.

Balkişandina li ser Dr. B.’yê ku lehengê Zweing e, bi temamî di vê xalê de girîng dibe. Di serî de kişik wî li ser lingan radigire. Fikirîn, tehlîl bi pêşxistin û afirandina hemleyan, dibe sedem ku hêviya jiyanê ya wî ku tê hewldan were tinekirin were parastin. Merhaleya krîtîk ya hişyariya Rêber Ocalan jî bi rewşa li çîrokê re dişibe hevdu. Her ku Dr. B, kişika yek-kesî dilîze, heman mekanîzma wekî berewajiya xwe lê tê û wî bi barekî di asta sawnak re rû bi rû dihêle. Timî xwe bi xwe re leyistin, li beramberê xwe hemle bipêşxistin, pêşî lê digire ku bi rola xwe ya esasî rabe. Reqîp êdî ne somut e; rûbirû hev bûyîn vediguhere qada sawneqdariyê (tirs û xof).

Ev teşbîh, ji bo siyaseta roja me ya îro hişyariyeke girîng dihewîne. Li ser maseyek ku muhetebên bi hêz, wêrek û xwediyê înisiyatîf tineye li wê dere wateyên şaş mezin dibin, pêşdarêz kûr dibin, her diçe siyaset li şûna muhetebên rastîn dest pê dike bi aktorên ku di mejiyan de têne afirandin were meşandin. İsrara ‘li muhetebekî digerim’ a Rêber Ocalan a ku di salên 1990’î de dest pê kiriye, heta bi îro gelek merhale derbas kiriye, hema bêje muhetebê xwe bi keda xwe ava kiriye. Lê belê muhetabûnek ku asta wê ya îrade û biryardariyê hê jî zeyif e, û dibe sedema pirsgirêkan.

Dema ku em bi perspektîfa felsefî lê binêrin em ê bi wê heqîqetek rû bi rû bimînin, ku mirov encax dikare li pêşberî mejiyekî cuda xwe biceribîne. Dema ku li pêşberî mirov kesekî/e din ê/a şênber (somut) nebû, fikir dest pê dike timî xwe ji nû ve biafirîne. Li cihê ku cîhana şîrîk wenda dibe, siyaset û muzekere jî zeyif dibe.

Îro yek ji pirsgirêkên esasî ku li gelek qadên cîhanê yên pevçûn diqewimin, ev e. Gava ku li şûna pevçûnê temsîl û feraziyet bi cih bibe, her aktor ya/yê din di mejiyê xwe de ji nû ve diafirîne. Lê mixabin aştiya rastîn, ne bi reqîbên di mejî de têne afirandin çêdibe, di encama diyaloga bi muhetabê rastîn re ava dibe.

Metafora ‘kişika yek-kesî’ ku Rêber Ocalan bi kar tîne; barê li ser mejî ku ji ber neçariya bi tena serê xwe fikirîna hesesiyetên Tevgerê, bendewariyên gel û fikarên dewletê çêbûye, şibandina ku di navbera karektera Dr. B. ya Zweig de hatiye avakirin manedar dike.

Dibe ku peyama herî girîng a pirtûka Zweig ev be: Her çendî mejiyê mirov xwediyê hêzeke berxwedanê ya neasayî be jî ti mejî nikarin hetabihetayî bi tena serê xwe siyasetê bimeşînin. Kişik leyistokek ku bi du kesan tê leyistin e. Lê kişika bi yek-kesî jî ne leyistokek e, navê neçariyekê ye.

Ya rast ew e ku em heqê gotine bidin Ocalan: “Îtiraz û daxwazên DEM Partî, gel û Tevgerê heye; îtiraz, nerehetî û daxwazên dewletê heye. Hin caran gavek ku hesesiyeta Tevgerê li ber çavan digire diavêjim, hin cara xwe dixim li şûna aliyê muqebîl û li gorî hesesiyeta wan hemle dikim. Ev rewş wekî kişika yek-kesî lê tê. Gava ku piştî demekê wekî leyistokek bi tena serê xwe dileyizim û li dijî xwe dileyizim lê tê, dibe rewşeke sewnaq (bi tirsûxof). Riya dawî anîna li vê rewşê ew e ku muhetebên wisa werin derxistin li pêşberê min, pêşî li muzakerayan vekin, xwediyê îrade û înisiyatîf bin. Divê ev qanûn bi misogerî xwediyê wê cewher û fonsiyonê be ku dawî li vê rewşê bîne.”

Ev tehlîl û şibandin, tê maneya rexneyeke xurt. Mijarên ku hem dost û hêm jî hêzên dijber bigirin li ser xwe hene.

Em heqîqetek din jî fêm dikin: Rêbertiya Ocalan, ne wekî berdevkê aliyekî ji aliyan muzakereyan dimeşîne; wekî pêşengekî şoreşger li ser navê hemû gel û civakan li cem hemû aliyan muzekeran dimeşîne.

 

TAYİP TEMEL

Related Articles

Back to top button