DERBARÊ JIN DE, NIRXANDINÊN RÊBER APO
Zimanê jinê ku berê zimanê xwedawenda bû, êdî dibe zimanekî kêm, kêr nayê, têrê nake, dij. Ya jî vê xetertir, teyisîna wê ya hûnerê her ku diçe vediguhere objeyeke cinsî.

Zimanê jinê ku berê zimanê xwedawenda bû, êdî dibe zimanekî kêm, kêr nayê, têrê nake, dij. Ya jî vê xetertir, teyisîna wê ya hûnerê her ku diçe vediguhere objeyeke cinsî. Ji ber ku wek nesneyekî nêçîrvan tê dîtin, lewma. Di roja me ya îro de jin tam xistine leyîstok, amûrên leyîstokê. Zimanê wê tam zimanê koleyekê ye. Zimanê berê yê dayîk-xwedawendê zimanekî serwer e. Jina afrînera ziman ma dibe ku wisa be? Lê di bin koletiyê de ewqas hatiye pelçiqandin ku, li gor destûra zilam dikare dengê xwe derxe.
Di roja me ya îro de jina ku anîne rewşa nesneya keyfxweşiya zilam, helqeyekê dixe difna xwe, stûyê xwe, guhê xwe û bi awayekî jidil ber bi koletiyê ve dimeşe. Hemû helqe perçeyekî ji zincîra koletiyê ne. Ji ber ku bi hezaran salane ev wisa tê kirin, êdî normal tê dîtin. Li Ewrupayê jî hilberandina nesneltiya jinê di serdema lîberal, di pêvajoya ku jê re dibêjin serdema azadî de ev kûr dibe. Pêlên femînîst nikarin vê dorpêçê derbas bikin. Rûxmê ku afrînera aborî û ziman jin e jî, zimanê berovajî, aborî sifir, jixwe parastina cewherî qet li holê nîne. Ev, encama pêşketina dîrokî-civakî ye; teqez ne karbeşiyeke xwezayî ye. Koletî anîne rewşa jidilbûnê. Niha ji jinê bê pirsîn, hemû jî wê vê koletiyê xwezayî bibînin û heya dijber neyê gotin guh nadin te. Naxwazin bifikirin ev wisa ye jî. Kujer jixwe hatiye jibîr kirin. Rojên azad yê jinê, afrîneriyên xwedawendî di dema Înannayê de maye. Li dijî jinê şerê herî mezin jî bi mîtolojiya Yunanê bi Zeus destpêkirî re didin destpêkirin. Vegotineke vê ya sembolîk jî heye. Şikestineke mezin hatiye jiyîn. B.Z 1000-500 dema serweriya Zeus e. Zeus çiqas jin bibîne dest diavêjê, tecawûzî wan dike. Çîrokên wisa vegotin û cewherê wê negotin min dide fikirandin. Ji bo sosyolojiyeke sexte her tişt tê kirin. Ev rewş derdixe holê ku ne li pey heqîqetê ne. Di vî çanda baviksalar de zilam bilind dikin, mezin nîşan didin; dest datînin ser jinê û nirxên derdora jinê çêdibin. Cewherê vê ev e. Jin jî tenezûl nakin vê heqîqetê derxînin holê ango hinekî jî bi vê rastiyê re rûbirû hatinê aciz dibin. Ez vê hinekê pêş dixim. Heval heçko bi kampanyayeke mecbûrî re rûbirû dimînin. Vê jî ez fêm nakim. Yanî ji azadiyê ditirsin. Koletiya hundirîn bûyî ya jinê mijara gotinê ye. Hemû li nav çavê min dinêrin û dibêjin “Em bê efendî nabin”. Hetta bi vê felsefeyê îsyan dikin. Lê kesê ku jin jê re dibêjin “efendî” jî vê ferz dike; “di zikê wê de zarok, li ser pişta wê dar kêm neke” û lê dide. Ev rastî, pir dixîne û biçûk dike. Her zilam jî pir ji vê hez dike. Dibêjin “Tu yekdestiya hêzê çima ji destê me digrî?”. Lê min ev çand di zarokatiya xwe de lêpirsîn kir. Min got divê bi keçan re leyîstok bên leyîstandin, bi hevre bikenin û ez girêdayî xeyalê xwe yê zaroktiyê mam.
Li gor min bingeha pirsgirêkê ev e. Dibe ku hûn pir pirtûkan jî bixwînin, bibin sosyologên pir zane jî. Xeta bingehîn ev e. Ez ji we re xeta pêşketinê vedibêjim.
RÊBER APO



