MakaleSîyaset

Armanca Fermana 3 ê Tebaxa 2014 çibû?

Di nava herkandina dîrokê de gelê Kurd di gelek komkujiyên, wiha bêbext û xedar re derbas bûne. Di her serdemekê de ku gelê Kurd xwestiye ku, mafê xwe bidest bixwe û biparêze tekez raserî; êrîşên qirkirinê yên wiha dijwar hatine û mafê wan hatiye,

Di nava herkandina dîrokê de gelê Kurd di gelek komkujiyên, wiha bêbext û xedar re derbas bûne. Di her serdemekê de ku gelê Kurd xwestiye ku, mafê xwe bidest bixwe û biparêze tekez raserî; êrîşên qirkirinê yên wiha dijwar hatine û mafê wan hatiye, înkar kirin û ev bûye sedem ku weke netew wan jî her li berxwedane û raserî gelek komkujî û buyerên pir susret hatine. Û weke nimûne jî komkujî, koçberîya bidarê zorê, dîlgirtin, destdirêjî, talanî û…h.w.

Û ji wan jî yên ku herî zêde komkujî dîtine û koçber bûne jî, Kurdên Êzîdîne û ji ber wê tê gotin 73 komkujî li ser; xelkên Êzîdxanê hatine sepandin. Ji ber ku ew him Kurdin û him jî ola wan cudaye. Weke ku tê zanîn herî dawiyê jî gelê Êzîdî di fermana 74 an re jî derbas bûn; ew fermanên bê bext ku weke herêm hatin tar û mar kirin û ji deste, çeteyên DAÎŞ ê şeperze bûn. Û ji wan komkujiyan ku herî bijan û herî zêde bi êş bû, komkujiya 74 an ya ku demxa xwe li sedsala 21 xist; ew komkujiya herî dawiyê ya 3 ê Tebaxa 2014 bû.

Bêgoman di her fermanekê de bi hezaran mirov, hatine qetilkirin û bi sedan gund hatine xirakirin û xelkên li ser wê xakê; bidarê zorê ji ser xaka xwe hatine koçber kirin û bi sedan jî jin hatine, tecawizikirin û li bazaran weke serdemên cahiliye hatine firotin. Ji nava wan 74 fermanên mijara gotinê, ya herî bi êş ku wê birînên wê bi sed salan neyên; dermankirin û wê qet neyên ji bîrkirin, jî ew êrîşa DAÎŞ ê ya bi alîkariya dewleta dagirker a Tirk bûye.

Ev komkujiya ku bê sedem hate li darxistin ji mile, dijminên Kurdan ve birînek pir kûr di dilê her Kurdekî û mirovekî bi wijdan de çêkir. Û piştî fermanê jî gelek pirtûk hatin nivîsandin û bi dehan, sînaryo û filim hatin çêkirin, lê dîsa jî nikarîn rastiya bi êş û jan ku hatiye jiyan kirin; îfade bikin û nikarîn bi temamî dîmenên ku hatin, dîtin zindî bikin û bidin zanîn. Tekez gerek were zanîn ku tişata ku li Şengalê hate, jiyankirin ew ne tenê êrîşeke leşkerî bûye, ew hewildanên qirkirina civaka Kurdên êzîdî bû.

Ew hewildaneke pir bi bername û textît bûye. Û armanca wê jî qirkirina çand û nasnemeya civaka Êzîdî bûye. Ev hewildan û êrîş ne cara yekem bû. Heger mirov bala xwe baş bidê, mirov wê di şêwazê êrîşan de heman armancê bibîne. Ji ber ku civaka Êzîdî civakeke ku bi dîrok, çand, ol û zimanê xwe ve heta dawî girêdayî ye. Tevî êrîşên pergalên deshilatdar û sermayeparêz, lê dîsa jî gelê Êzîdî, ji herkesî zêdetir xwedî li çand û rê û resma xwe derdikeve.

Civaka Êzîdî bi çand, ziman, dîrok û exlaqa xwe ve gelek girêdayî ye û van nirxên xwe yên; dîrokî pîroz dibîn. Bi xwedî derketina xwe ya li vê çand û dîrokê, hebûna xwe ya li ser vê xakê, ji herkesî re misoger dike û dide nîşan ku ew neteweke resene û xwediyê vê xakê ye. Ji ber vê sedemê pergala têrnexwar û zalim çevnebariyê dike û qîma, xwe bi hebûna netewek wiha xwedî kok û bi hêz nayne, lewra teslîmiyetê li ser ferzdike û dibêje: Ya tê xwe înkar bike yan jî tê bimire û yan jî tê vê xakê terk bike.

Û tê warê xwe ji min re berde û biçe koçber bibe. Lê gelê Êzîdî yê resen û welatparêz, welathez di hebûna xwe de gelekî bi îsrare û bi mirinê raziye, lê bi teslîmbûnê û înkara nesnema xwe ne raziye. Heger îro ew tê kuştin ji ber vê helwesta xwe ya welatparêzî û mirovî ye. Di qamûsa kujeran û deshilatan de tiştek wiha heye. Civaka ku serî natewîne û liberxwe bide misoger ew dibe armanc û ew ê bi kuştin û qedandinê re rû bi rû bimîne. Û mijara civaka Êzîdiyan û Şingalê jî ave.

Ji ber ku armanc vê carê bi temamî qedandina, civaka Êzîdî bû lewra bi dijwarî êrîş ser wan kirin û lewra êşên pir giran; biwan dan jiyan kiurin û ji her carê girantir li wan dan û ew bi çol û çiyan xistin. Çawa mirov dizane ku êşa vê carê girantir û birînên wê kûrtir bûn, ji rewşa ku niha civaka Êzîdî têde ye mirov dizane. Dema ku mirov li çîroka her dayikekê û keçek ciwan, guhdarî dike, mirov wê demê dizane bê gelê Şengalê êşeke ku nikare; bê pênasekirin û gotin jiyankiriye.

Mirov ji keser û henaseya her dayikê wê giraniyê, his dike û wê birîna kûr ku hîna nehatiye hev dibîne. Ji lerzandina lêva her keçeke ciwan dema ku çîroka, xwe tîne ziman mirov tirsa wê ya ji destdirêjiyê û mirinê dibine; ji zarokên ku her şev di xwna xwe de kabûsan, serjêkirina mirovan dibînin û bi qêrîn ji nav ciyên xwe hildpekin. Ji kedera dilê kalên ku her kêlî tirsa serjêkirin û şewitandinê, jiyan dikin. Bi hatina van rastiyên dijwar ku têne ser ziman re mirov, şaşwaz dimîne û bi wan re keseran dikişine; miurov hîn baştir famdike beka vî gelî çi êşeke dijwar kişandiyeç

Helbetê van hemû buyerên ku civaka Êzîdî, jiyankirine û bi teybet jî komkujiya herî dawîyê ya ku bi deste; çeteyên dewleta Tirk û kesên weke Erdoxan li ser civaka Êzîdî hate pêkanîn. Bi destwerdan û alîkariya hêzên parastina Kurdistanê û hêzên yekîneyên bergiriya Şingalê YBŞ û YJŞ civak êzîdî hate parastin û birêxistinkirin. Di heman demê bi saya perwerda ku li ser felsefa Rêber Apo, hatî dîtin civaka Êzîdî gihişte encamê ku êdî pêwîstiya wan weke civak; bi xwe rêxistinkirin û hêzek mezin ya parastinê heye.

Lewra piştî fermana dawîyê gel dikarî xwe, birêxistin bike û yekîtiya xwe xurtbike. Û niha jî gelê Şengalê ji bo ku bersivê li hemberî, her êrîşa ku jiyana wan û nirxên wan bixe bin metirsiyê de; xwedî biryarin ku xwe biparêzin û xwedî li xwe derkevin û xwe amade bikin. Bê guman pêwîste ev yek jî bê zanîn, ti hêz naghê hêza civakê. Lewra wekî civaka Kurd ji bo ku cardî ev êşên wiha neyên, jiyankirin pêwîste em milê xwe bidin hev û xwe bikin yek û rêxistinbûna xwe wekî civak bi hêztirbikin.

 

Evîn Ehmed 

Related Articles

Check Also
Close
Back to top button