Bi têkoşîna komînal wê 1 Eylûlê bibe roja mayîndekirina aşîtiyê.
Di 1 Eylûla 1939 şerê cîhanê yê duyem despêkir heta 1945 bi dawî bû. Di encama vî şerê ku şeş salan domand, di ser 75 milyon mirov hatin kuştin û nêzî 25 milyon birîndar, 60 milyon koçber û nêzî 35 milyon dîl çêbûn. Ji bo ku ew êş cardinê neye jiyankirin û şer dîse despêneke konseya ewlekariyê ya netewên yekbuyî di sala 19 81 xiste biryar ku roja 1 Eylûnê wekî roja aşitiya cîhanê bê ragihand û êdî li tevahiya cîhanê ev roj bi çalekiyên cûr bicûr tê bi bîrxistin.

Di 1 Eylûla 1939 şerê cîhanê yê duyem despêkir heta 1945 bi dawî bû. Di encama vî şerê ku şeş salan domand, di ser 75 milyon mirov hatin kuştin û nêzî 25 milyon birîndar, 60 milyon koçber û nêzî 35 milyon dîl çêbûn. Ji bo ku ew êş cardinê neye jiyankirin û şer dîse despêneke konseya ewlekariyê ya netewên yekbuyî di sala 19 81 xiste biryar ku roja 1 Eylûnê wekî roja aşitiya cîhanê bê ragihand û êdî li tevahiya cîhanê ev roj bi çalekiyên cûr bicûr tê bi bîrxistin.
Mirov dikarê bêje ku di dîroka mirovahiyê de şerê cîhanê yê duyem şerê herî bi êş û bi xwîn bû. ew şerê cîhanê yê duyem hîna jî di hafîza mirovahiyê de nehatiye jibîrkirin û wê neyê jibîrkirin jî. Ji ber heta dawî ew şerekî bê rehm û xedarbû. Di encamê de bi sed milyonan mirov bûne qurbaniya berjewendiyên wan dewletên hegemon. Ji xwe ew çanda kujer ya ku ji wê sed salê despêkir, ew heta roja me ya îro jî xwe bi gelek şêwazên cuda û hovane ferzdike û berdewam dike û li dewsa ku li pêşiyê bê girtin hîn bêhtir şer tê gurkirin û çanda pevçûn û dijminatiya gelan tê geşkrin û rêbazên şer, komkujiyan û talanê tê rewakirin.
Xala ku hêjayî destnîşankirinê ye ew ku xwediyê biryarê bi xwe çanda şeran pêşdixin û naxwazin pirsgirêkin heyî bi rêbazên aşîtiyane bêne çareserkirin. Hêzên ku biryara ku 1 Eylûlê bibe roja aşitiya cîhanê bi xwe nahêlin ku aşîtî li cîhanê çêbe, ew bi xwene ku nahêlin civak di nava aramî û xweşiyê de bijî, bi xwe pêşengiyê ji li darxistina komkujiyan re dikin, Bi xwe sedemin ku hemû rojê bajar bêne rûxandin û bi sedan zarokên bê guneh di bin kavilan de bêne kuştin û di rêyên koçberiyê de bi hezaran mirov ji berça bimirin û di avan de bêne xenqandin.
herî zêde ew hêzên mijara gotin li ser wateya vê rojê di axivin û behsa aşîtiyê dikin, lê mixabin di piratîkê de yên herî ji mijara aşîtiyê dûr jî ew bi xwene û yên Ji aşîtiyê zêdetir di şer de jî israr dikin dîse ew hêzin. Dema em dibêjin ku çanda şer nehatiye rawestandin, em ji rastiya ku îro tê jiyankirin dizanin. Vaye em niha di nava şerê cîhanê yê siyem de jiyandikin. Dîse heroj dagorkerî, kuştin, koçberî û talanî tê jiyankirin. Ev rastiya em behsa wê dikin îro li gelek welatên cîhanê yên mîna Rûsiya, Okrayna, Xeza, Israyîl, Emrîka, Îran, Iraq, Turkiya, Kurdistanê…h.w şer û pevçûn hene û heta vê kêliyê jî li hin ji wan welatan êrîş û şer berdewame û serkêşiya van tevlîheviyan hemû xwediyê hişmendiya hegemon, dewlet netew û sermayedarin. Ji ber ew bi şer dikarin temenê deshilatdariya xwe dirêjkin.
Îro rewşa ku li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê diqewimê. Dîse rewşa ku li Xeza û Îranê diqewimê parçeyek ji politikaya van dewletên ku di bin navê aşîtî û demokrasyê de şer û komkujiyan di herêmê de rewadikin. Ew dewlet netewen ku van êrîşan li ser civakê ferzdikin ti pêwendiya wan bi aşîtiya civakê re tuneye. Heger bi rastî pêwendiya wan pêre hebe wê li ser hesabê kuştina mirovan bazirganî û pêşbirka siyasetê nekin. Wê mirovahiyê ewqasî bi hişmendiya sermayedariyê ( kapîtalîst ) û hov gêjoû mêjo nekin, wê mirovahiyê ji mirovbûna wî dernexin, wê jin ê ewqasî tine hesabnekin û wê li ser vîn û bedena wê bazarê û rekleman nekin. Ev hemû mijar didin nîşan ku ti pêwendiya pergala deshilatdar û kujer bi aşîtiya civakê re tuneye. Lewra pêwîst em van hêzan di vê roja wetedarde vexwînin cidiyet û ji dilbûnê, vexwînin ku pêwîste gotin, biryar û kiryarên wan yekbe û biryarên wan ne tenê li ser qaxetan bin û ne tene di gotinê de bimînin û ne tenê rêklemên raghandin û siloxanên ku di nava kolanan de têne avêtin bin. Gel jî pêwîste êdî dirutiya vê pergala kujer û xapînok bibîne û li himberî vê siyaseta wan a dirû bê deng nemîne û xwedî helwesteke tûndbe. Civak bi hêza xwe û yekêtiya xwe dikane aşîtiyê bîne, bi rêxistinkirina xwe û jiyana xwe ya komînal dikanê hebûna xwe û azadiya xwe têxê bin ewlehiyê ( garantiyê ). Pêwîste neyê ji bîrkirin ku sedî sed serkeftin bi rihê komînalbûnê tê bi destxistin.
- Pêwîste hemû civak ji bo jiyanek azad, cevakek demokratîk û aşîtiyek mayînde denge xwe bilindke û daxwaz û armancên xwe li ser vê pergala kujer ferzbike, pêwîste ne tenê em di roja 1 Eylolê de behsa aşîtiyê bikin pêwîste 24 seetan têkoşîna civakê ji bo wê bê meşandin, heta ku aşîtî û azadî neyê bi destxistin pêwîste yek xulekê jî hedara kesekî neye.
Evîn Ehmed


