PÊNGAVA 15 TEBAXÊ HEBÛNA KURD PARAST
Ji bo ku mirov bikarê 15 Tebaxê baş şîrov û analîz bike û wataya rast lê barbike pêwîste mirov despêkê li ser rewşa Kurd û Kurdistanê

Ji bo ku mirov bikarê 15 Tebaxê baş şîrov û analîz bike û wataya rast lê barbike pêwîste mirov despêkê li ser rewşa Kurd û Kurdistanê serwextbe. Pêwîste mirov di derbarê dîroka xwe de şehreza û xwedî agahî be ji bo ku di dîroka pêşerojê de kes nikaribe Kurdan darzîne û û bê sedem hesab ji wan bixwaze. Di rastiyê de gelê Kurd ticarî neheqî û zilim li kesekî nekiriye, mal û milkên kesî bi zorê desteser nekiriye, ziman û çanda kesekî inkar nekiriye û ya xwe ferznekirye. Berûvajî vê ti netew biqasî netewa Kurd mafê wî bi zorê ji dest nehatiye girtin û bi bqasî Kurdan ti netew evqasî di komkujiyan re derbas nebuye. Bi kurtasî di dunya yê de netewa ku herî zêde hebûna wî hatiye inkarkirin zilm û zorî li ser hatiye meşandin netewa Kurde.
Heger mirov hindekî vegere dîroka salên 1970 mirov ê bibîne bê Kurd û Kurdistan di çi rewşê de bû. mirovê wê çaxê bizanê bê çima PKK derket û çima şerê çekdarî hate raghandin. Rêber APO çima di pirtûka xwe ya bi navê manifestoya aştî û civaka demokratîk de dibêje. Dewletê PKK çêkir. Mirov ji vê analîza rêber APO famdike ku nexwe yê hişt ku guleya 15 Tebaxê bê teqandin û şer ê çekdarî bê raghandin jî dewlet bixwe bû. Çima! Ji ber di wan salên mijara gotinê de zilmeke bê sînor li ser gelê Kurd dihate meşandin. Heme bêje deshilata faşîst ew anîbû ber qirkirinê. Digotin tiştekî bi navê Kurd û Kurdistan tineye. Me Kurd çalkiriye û bi çimentoyê li ser nixwimandiye. Kurdistana win behs dikin tiştek xeyaliye. Bê goman ev rewşa em behsa wê dikin ne tenê li Bakurê Kurdistanê dihate jiyankirin, ew polîtîka û êrîşên qirkirina Kurd li herçar parçan dihate birêvebirin. ziman û çanda Kurdî qedexbû, gel heta di malên xwe de bi zarokên xwe re bi dengê nizim û dizîve di axivîn, mal û milkê Kurdan û keda wan dihate desteserkirin. Bê sûc û sedem digirtin ser malên Kurdan zarokên di pêçekan de dikuştin dayêkên heftê heştê salî qetildikirin. Ciwanên nû gihayî davetin binê zindanên reş û tarî û bi işkenceyên pir giran ew dikuştin û gelek ji wan bê ser û şûndikirin û heta niha jî gelek kes ji wan windane û kes nizanê ne saxin û ne mirîne. hin ji wan bê sedem hukmê heta hetayê zindin li wan hatiye birîn. Li kolanan zarok û dayikên temen mezin di bin nigê panzêran de hiştin. Bi hezaran gund û zeviyên Kurdan şewitandin û berê gel dane koçberiya bê veger. Ji bo ku tiştek bi navê Kurd û Kurdistanê nemîne, goristanên Kurdan jî ji binîde rakirin û hilweşandin. Heger dewleta faşîst ev bi Kurda nedaba jiyandin wê PKK ê derneketa, wê pêngava 15 Tebaxê nebuya. lewra îlana şerê çekdarî encama helsûkewtên dewletê yên li beramberî Kurdan bû û ev tê wateya ku dewlet sedema şer bû.
Ew pêvejoya giran û bi êş li fermandarê xwe digeriya, gel li pêşengekî cesûr û bi hêz digeriya ku wî ji wê rewşa heyî rêzgar bike. Encaq rê heval Egîd bi navê xwe yê rast rê heval Mahsûm Qorqimas dikarî vê rewşê baş bixwîne û dermanê wê peydakê. Sinyalên kelecan, hêvî, serkeftin û jiyanek azad di boriya çeka rê heval Egîd re li tevahî Kurdistan û cîhanê bilavbû. Fermandar Egîd êdî rêya xwe gihandina dil û mejiyê her mirovekî/ê peyda kiribû. Ew rê jî rêya ku guleya yekem têr e derbasdibû.
Ew guleya ku rêya xwe peyda kir bi milyonan mirov dane pey şopa xwe. di mirovan de bi hêza xwe bawerkirin avakir, di mirovan de baweriya ku xwe bi rêxistinkirinê mirov dikarê bighije serkeftinê pêşxist. pêngeva 15 Tebaxê di gel de bawerî û girêdana bi felsefa rêber APO ya jin jiyan azadî û civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin bilind û xurtkir.
Hêvî û baweriya gel ya ku roj bi roj mestir bû îro gihişte encamên hîn xurtir û vê baweriya bilind bi xwe re gelek deskeftiyên mezin jî anîn. Bê goman dema em behsa deskeftiyan dikin, em tenê qala deskeftiyên madî nakin, li kêleka vê gelek deskeftiyên manewî, zanistî û rêxistinî jî çêbûn. Pêngava dîrokî a 15 Tebaxê zimanê me yê siyasetê di dunya yê de bi hêz û bi bandor kir û destê felsefa serok APO xurtkir. Eê pêngava dîrokî bû sedem ku îro her kes hesaban ji wî Kurdê ku jê re digotin miriye, ne tiştekî ji xwe famdike û ne jî ji siyasetê famdike. Lê em dibînin ku îro ew Kurdê mijara gotinê ne tenê xwe, lê ew dunya yê jî bi rêvedibe. Ev Kurdê nûjen dikarî her kesî bîne ser rêya rast. Bi hêza xwe ya felsefî, siyasî û leşkerî dikarî ew dijminê Kurdan yê hezar salan bîne ser maseya siyaset û aşîtiye.
Têkoşîna çekdarî ya ku Fermandar Egîd ji bo wê pêşengtî kir, bû sedem ku îro bi hezaran qehreman û fermandarên hemdem yên mîna Egîdan derkevin holê. Bi sedan Fermandarên mîna Ziyadan û Arînan ku bi çanda Egîdan hatibûn mezinkirin xwe di oxra azadiya Kurdistanê û cîhanek demokratîk de feda kirin. Heger îro di vê astê de tevgera azadiyê û gelê Kurd li himber êrîşên qirkirinê bi ceserat û rihekî fedayane seknekî raber dike ew bi saya rihê têkoşer yê rê heval Egîde.
Evîn Ehmed



